Li Zaxoyê kevirê bingehîn ê 11 projeyên xizmetguzariyê hat danîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi razemendiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 9ê Gulanê kevirê bingehê ya 11 projeyên xizmetguzarî li navçeya Batêlê ya ser bi Zaxoyê ve hat danîn.

Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo di konfiranseke rojnamevanî de ragihand, devera Batêlê herêmeke çandinî û stratejîk e ji bo Zaxo, parêzgeha Dihokê û tevahiya Iraqê. Li ser raspardeya serokwezîr em zêdetir girîngiyê didin vê deverê.

Guhdar Şêxo di konfiranseke rojnamevanî de ragihand, devera Batêlê got jî: Her çend e gelek kêmasî li deverê hene, lê li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ew projeyên pêwîst bin, dê bo vê deverê bên kirin û zêdetir xizmeta Batêlê bikin.

Diyar kir jî: Me komîteyek taybet raspardibû serdana Batêlê bike, lewra di qonaxa yekem de bi bihayê pênc milyar dînar çend projeyên xizmetguzarî yên wek rê, av, elektirîk, tenduristî û perwerdeyê dê bên kirin. Em ê di qonaxa duyemîn de jî, dest bi projeyên mayî bikin, wek projeya rêya wê deverê.

Guhdar Şêxo da zanîn: “Yek ji karnameya Kabîneya Nehem, giringîpêdana bi sektora çandiniyê ye, lewra em xelkê piştrast dikin ku karê me yê sereke giringîdana zêdetir bi sektora ajaldariyê be.”