Mesrûr Barzanî: PDK li ser helwesta xwe rijd e

Divê serok ji aliyê xelkê ve bê hilbijartin

K24- Hewlêr

Endamê polîtbîroya PDK, Mesrûr Barzanî tekez kir ku, ew li ser hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê xelkê ve “rijdin.”

Mesrûr Barzanî bi serokatiya şandeyekê ji Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) duh, 23 Tebaxê, serdana pêkhateyên Tirkmen û Xirîstiyan li Hewlêrê kiribû.

Piştî bidawîhatina hevdîtinan, Mesrûr Barzanî ji K24ê re ragehand ku “eger aliyên siyasî negehiştine rêkeftinê, divê vegerin bo nêrîna xelkê û çawaniya hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê diyar bikin.”

Roja 18ê Tebaxê civîna 5 aliyên siyasî yên beşdar di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de destpêkir, ji bo yekalîkirina pirsa serokatiyê, heta niha jî civîn berdewamin û ti encam nehatiye ragehandin.

Endamê polîtbîroya PDK diyar kir jî ku, ew li ser hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê xelkê ve “rijdin.”

Roja 19ê mehê, erkê Mesûd Barzanî di posta Serokê Herêma Kurdistanê de bidawî hatiye.

Lê Encûmena Şûra ya Herêma Kurdistanê biryar da ku, Barzanî bi hemû desthilatên xwe bo heyama du salan di potsa xwe de bimîne.