Arjantîn şûnwarên ku ji Ecuador û Pîroyê hatine dizîn vedigerîne

Arjantîn bi hezaran perçeyên şûnwarî yên ji Ecuador û Pîro ve bi riyên ne rewa derbasî wî welatî bûne, ji her du welatan re vedigerîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Arjantîn bi hezaran perçeyên şûnwarî yên ji Ecuador û Pîro ve bi riyên ne rewa derbasî wî welatî bûne, ji her du welatan re vedigerîne.

Seroka Arjantînê Cristina Kirchner di merasîma ferehkirina Muzexaniya Niştimanî de ragehand “Em gaveke bêhemba ku berê jî nehatiye kirin, didin. Emê şûnwarên ku ji Ecuador û Pîro hatiye dizîn, ku 4 hezar perçeyên şûnwarî ne, ji wan re vedigerînin.” 

Herweha Kirchner got jî “Em li cîhanekê dijîn ku welatên bihêz destên xwe datînin ser keltura gelan ya çandî, ku em li girîntirîn muzexaneyên cîhanê şûnwarên Yonan, Sûriyê, Misir, Asya û Amerîkaya Latînî dibînin, lê ji wan re nehatine vegerandin.”

Bi vê awayî Arjantînê 4 hezar perçeyên şûnwarî ji Pîro re û 500 ji Ecuador re vegerandin.