Danûstandinên çareseriyê “bê encam” berdewam in

Gera pêncem li Hewlêrê ye

K24- Silêmanî

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fûad Hisên, ragehand ku, dê danûstandinên aliyên siyasî du rojan rawestin.

Piştî bidawîhatin civîna her 5 aliyên siyasî yên beşdar di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de duh, 23ê Tebaxê, li Silêmaniyê, Fûad Hisên, dema destpêkirina gera pêncem a danûstandinan eşkere kir.

Fûad Hisên ji rojnamevanan re ragehand ku, dê roja Çarşemê, 26 Tebaxê, danûstandinên bi mebesta çareserkirina krîza Serokatiya Herêma Kurdistanê de li Hewlêrê berdewam bin.

Danûstandin roja 18ê Tebaxê bi amadebûna nûnerên Brîtanya, Amerîka û Neteweyên Yekbûyî destpêkiribûn, lê heta niha ti encam ji wan danûstandinan derneketiye.

Parlementoya Kurdistanê jî çaverêyî encamên danûstandinan e, da ku di civîneke ne asayî de titşê ku aliyên siyasî li ser lihevkirine, pesend bike.