Kiliçdaroglu got: AKPê nexwestiye hikûmeta yekgirtî ava bike

Serokê Giştî yê Partiya Komarger a Gel (CHP) Kemal Kilicdaroglu derbarê hevdîtinên avakirina hikûmetek yekgirtî rexne kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Giştî yê Partiya Komarger a Gel (CHP) Kemal Kilicdaroglu derbarê hevdîtinên avakirina hikûmetek yekgirtî rexne kir.

û geşedanên li Tirkiyê agahî dan û herwiha rexneyên tund li helwest û gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan girt. 

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kilicdaroglu duh 24 Tebaxê beriya civîna encûmena partiya xwe de ragehand, ku di 13’ê Tîrmehê de yekem hevîtina xwe li gel Serokê Ak Partî Ahmet Davutoglu encam daye û şertên xwe jî ji bo wan ron kirine.

Kilicdaroglu daxuyand ku AK Partî nexwestiye hikûmeta yekgirtî ava bike û got ku ti karîgeriyek Davutoglu nîne, hemû biryar di destê Erdogan de ne. 

Kilicdaroglu herwiha sedemên şerê li Tirkiyê û helwesta Serokomar Erdogan jî rexne kir û got ku heger ew bibin desthilat dê aştiya civakî pêk bînin. 

Li Tirkiyê dema ji bo pêkanîna hikûmeteke yekgirtî hatibû terxankirin, duh bi dawî bû. Di heyama 45 rojan de Ak Partî nikarî hikûmeteke yekgirtî pêk bîne. Niha jî tê çaverêkirin ku ji bo hilbijartinên pêşwext hikûmeteke demkî bê ava kirin.