Li Farqînê alozî navbera polîsan û YDGH derdikeve
K24-Navenda Nûçeyan
Li navçeya Farqînê bi sedema xendekên ku hatine kolan şer di naber polîsên Tirkiyê û Tevgera Ciwanên Welatpêrêz û Demokratîk (YDGH) derket.
Duh, 24ê Tebaxê Li navçeya Farqînê ya Ameda Bakurê Kurdistanê hêzên asayîşê serê sibê operasyonek pêk anîn bi kemçeyan ketin kolanan û xwestin xendekên hatine kolandin dagrin. Lê endamên YDGHê rê nedan û ji ber vê yekê jî pevçûn derket.
Piraniya akinciyên taxên Tekel û Mescîdê ji ber sedema şer malên xwe hêlan, Herwiha dukandaran jî dukanên xwe girtin.
Piştî nîvro jî hêzên jenderme bi çekên xwe yên giran ketin van taxan û çûnûhatin qedexe kirin
Berî nîvro jî Qaymeqamiya Farqînê çûnûhatin li hinek taxan qedexe kirbû, herwiha li wê navçeyên bi giştî rewş aloze.