Bexda: Hewlêrê wek pêwîst petrola xwe radest nekiriye

Wezîrê Petrolê jî tekez li ser pêbendiya Hewlêrê kiribû.

K24- Navenda Nûçeyan

Wezareta Petrolê ya Iraqê rexneyan li Herêma Kurdisytanê digre û dibêje ku, Hewlêrê wek pêwîst pêbendî rêkeftina şandina petrolê nebûye.

Wezareta Petrolê ya Iraqê di daxuyaniyekê de duh, 24ê Tebaxê, ragehand ku, astê şandina petrola Kurdistanê di vê salê de daketiye 214 hezar bermîl petrol, di demekê de heta dawiya Adara borî rêjeya rojane 328 hezar bermîl bû.

Li gor rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de, divê Herêma Kurdistanê rojane 550 hezar bermîl petrol bi rêya kompaniyaya SOMO ya Iraqî bişîne derve, bi awayekî ku ji wê rêjeyê 250 hezar bermîl ji kêlgehên Kerkûkê be û rêjeya mayî jî ji kêlgehên Herêma Kurdistanê be.

Di beramber wê pêbendiya Hewlêrê de, dê  Bexda mafên darayî yên Herêma Kurdistanê (ji sedî 17ê budceyê) bişîne, piştî ku ji Sibata 2014an ve hatibû budce û mûçeya Herêma Kurdistanê bi biryara serokwezîrê wê demê Nûrî Malikî hatibû birîn.

Ji aliyê xwe ve, Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dike ku, ew wek pêwîst pêbendî rêketinê bibû, lê Bexdayê her mafê wê ji budceyê dixwar, lewma Herêma Kurdistanê bi awayekî nîv serbixwe petrola xwe dişand bazarên cîhanê, ji ber ku mûçe û budceya xwe ya tebat peyda bike.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê jî, bi amar hûrgiliyê şandina petrolê bi rêya kompaniyaya SOMOyê diyar kiribû.

Wezîrê Petrola Iraqê Adil Ebdulmehdî roja 8ê Tîrmeha borî  ragehandibû ku, di 5 mehên borî de Herêma Kurdistanê rojane 500 hezar bermîl petrol radestî Bexdayê kiriye.