Li Şingalê 15 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Pêşmergeyên Kurdistanê êrîşeke DAIŞê li Şingalê têk dişkîne, di encamê de jî 15 çekdar tên kuştin.

K24 – Şingal

Pêşmergeyên Kurdistanê êrîşeke DAIŞê li Şingalê têk dişkîne, di encamê de jî 15 çekdar tên kuştin.

Fermandarê Pêşmerge li Şingalê, Muqedem Mistefa Sadon Bendî îro, 25 Tebaxê, ragehand ku, şeva borî çekdarên DAIŞê li taxa Nesir a Şingalê êrîşî pêgehên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirin.

Bendî derbarê ziyanên DAIŞê de eşkere kir ku, Pêşmergeyan bi tundî bersiva wê êrîşê dan û di encama pevçûnan de 15 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Wî efserê Pêşmerge tekez kir ku, di nav kuştiyên DAIŞê de 4 nîşangir hebûn.

Bendî bal kişande ser beşdariya firokeyên hevpeymanan di şikandina wê êrîşa DAIŞê de, ragehand jî ku di ziyan ji encama wê êrîşê negehitiye Pêşmergeyan.