Li Wanê masî û kewarên mêşan ketin ber lehiyê

Ji ber barana dijwar li herdu navçeyên Wanê, li geliyê Şaxê û Miksê lehî rabû, mal di nav heriyê de man, berhemêm welatiyan jî zirarek mezin dîtin.

K24 - Wan

Ji ber barana dijwar li herdu navçeyên Wanê, li geliyê Şaxê û Miksê lehî rabû, mal di nav heriyê de man, berhemêm welatiyan jî zirarek mezin dîtin.

Li navçeyên Wanê, Şaxê û Miksê duh 25 Tebaxê baraneke tund barî. Ji ber baranê 8 taxên Şaxê di nav heriyê de man. Li geliyê Şaxê jî lehî rabû.

Li Wanê mezringeha masîyan de 60 ton masî ketin ber pêlên lehiyê. Herwiha 50 kewarên mêşên hingvun jî di nav avê de man. 

Hevserokê Şaredariya Şaxê Evîn Kewê, piştî lehiyê li taxan lêkolîn pêk anî. Qaymeqam Hacî Qasim Akgûl jî ji saziyan daxwaz kir ku encamên ziraran destnîşan bikin.

Li navçeya Miksê jî jiber baranê malên ber devê gelî di nav avê de man. Mizgefta ku ji daran hatibû avakirin hilweşiya.   

Li Colemêrgê jî barana dijwar rê xetimand û pêşiya hatinçûna welatiyan girt.