Bi vîdyo..Operasyona Hewîcayê

69 dîlkirî ji dest DAIŞê hatibûn rizgarkirin
kurdistan24.net

K24- Hewlêr

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê vîdyoya operasyona azadkirina 69 dîlkiriyan ji dest DAIŞê belav dike.

Operasyona roja 22ê Cotemhê ji esmanan ve ji aliyê firoke û helîkopterên Amerîkayê û li ser erdê ji aliyê Hêzên Pêşmerge û hejmarek ji hêzên bejayî yên Amerîkayê ve birêve çûbû.

Di operasyonê de 69 kesên Ereb ji girtîgeheke rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) li nêzîk navçeya Hewîce ya ser bi Kerkûkê ve hatibûn rizgarkirin.

Di dîmena vîdyoyî de Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê derdikevin û bi Kurdî di axivin dema ku wan girtiyan rizgar dikin.

Li gor Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, di operasyona Hewîcayê de 20 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 6 ji wan hatin dîlkirin.

Herwiha leşkerekî Amerîkî jî canê xwe ji dest dabû.