Teqîna Enqereyê bandor li hilbijartinan kir yan na?

Kurd24

K24 – Enqere

Di ser teqîna Enqereyê re mehek derbas bû. Teqîna ku tê de 106 welatiyan cane xwe ji dest da hê jî tê lêkolîn kirin. Piştî mehekê teqîn di cihê xwe de hat bibîranîn û niha pirs ew e ka bandora teqînê ya li ser hilbijartinan çi bû?

Di 10ê Cotmehê de li Enqerê mitinga bi navê “Mitînga Aştiyê” hat lidarxistin û tê de dû teqînên bihêz çêbûbûn û di encam de karesateke mezin çêbû. Tevahiya Tirkiyeyê di bin bandora teqînê de ma.

21 rojan piştî teqînê di nav wê atmosferê de Tirkiye çû hilbijartinên giştî. Gelo wê rewşê bandor li ser encaman kir yan na? Parlamentera CHPê ya Enqerê Şenal Sarihan rewşê wiha dinirxîne: “Bêgûman bandor kir, ji xwe ew teqîn ji bo vê yekê hatibû plankirin ku Tirkiye divê êdî dest ji politikayên wiha berde. Dema serokkomar daxwaza 400 parlamenteran kir min jê pirsîbû ku ji bo 400 parlamenteran 400 cenazeyan tu dixwazî hejmar zêdetir jî bû.”

Serokê Komelaya Mafê Mirovan Ozturk Turkdogan jî ji bo bîranînê li wir amade bû. Turkdogan amaje bi wê yekê da ku doz baş nayê vekolandin: “Di wê teqînê de gelek xetayên dewletê hene, ligor lêkolînên me bergirî tune ye. Wê teqînê bandorek mezin li ser hilbijartinan jî kir. Ji xwe partiya desthilatdar jî şaşmayî ma tu kesê encamek wiha texmîn nedikir.”

Piştî teqînê ji aliyê serdozgeriya Enqerê ve lêpirsîn hat destpê kirin û 20 dozger hatin erkdarkirin. Di dawiya vekolandinan de nasnameyên xwekujan hatin aşkere kirin û îspat bû ku xwekuj endamên DAİŞê bûne. Herwiha lêpirsîn hê jî didome.