Di êrîşa Maliyê de 3 kes hatin kuştin

Li Bamakoya paytexta Maliyê komeke çekdar bi ser otelela Radisson Bluyê de girtin û 3 kes kuştin û 170 kes jî dîl girtin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bamakoya paytexta Maliyê komeke çekdar bi ser otelela Radisson Bluyê de girtin û 3 kes kuştin û 170 kes jî dîl girtin.

Îro danê sibehê li Bamakoya paytexta Maliyê 10 çekdaran erîşî otela Radîssonê kirin. Di encam de 3 kes hatin kuştin û 5 Tirkên karmendên  şirîketa Riya Asimanî ya Tirkiyeyê ne jî nav de 170 kes jî dîl hatin girtin. Lê piştre Riya Asimanî ya Tirkiyeyê da zanîn ku dîlên Tirk hatine berdan.

Hat ragihandin ku otel ji aliyê hêzên ewlekariyê ya Maliyê ve hatiye dorpêç kirin. Balzyozxaneya Emerîkayê ya Bamakoyê jî bang li welatiyên xwe kir ku bila xwe ji cihên ne ewle dûr bixin.

Di 7ê Adarê de dîsa li Bamakoyê êrîşek pêk hatibû û di encam de yek ji wan Frensî 5 kes hatibûn kuştin.