Fransa daxwaza piştgiriya şervanên Kurd dike

Serokwezîrê Fransayê da xuyakirin ku divê hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê alîkariya Kurdan û opozîsyona Sûriyê bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Fransayê da xuyakirin ku divê hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê alîkariya Kurdan û opozîsyona Sûriyê bike.

Serokwezîrê Fransayê Manuel Valls duh, 25 Mijdarê, li pêş Parlementoya Fransayê beriya dengdayîna li ser projeya berdewamiya êrîşên esmanî yên Fransayê li Sûriyê û Iraqê, ragehand ku divê alîkariya Kurdan û opozîsyona lîbral a Sûriyê li dijî DAIŞê were kirin.

Valls pêşniyara Serokwezîrê berê yê Fransayê François Afyon yê ku dibêje gerek e ew piştevaniya Artêşa Sûriyê û Hizbulaha Libnanî bikin bo şerê li dijî DAIŞê, red kir.

Valls got jî: “divê bi operesyonên me yên esmanî re jî em piştgiriya şervanên Kurd û opozîsyona lîbral bikin û çek û cebilxaneyan jî ji wan re bişînin. Ji ber ku em nikarin ti hêzên xwe yên bijayî bişînin Sûriyê.”

Valls eşkere kir ku hêzên esmanî yên Fransayê ji meha Îlonê û vir ve li Sûriyê êrîşan dikin û li Iraq û Sûriyê zêdetirî 300 êrîşên esmanî pêk anîne.