Nerîna kolanên Tirkiyê li ser xistina firokeya Rûsî

Kurd24

K24 - Enqere

Rojeva Tirkiyeyê bi xistina firokeya Rûsyayê hejiya. Firokeya ku roja duşemê hat xistin, di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de bû sedema qeyranekê. Tansiyon hê jî kêm nebûye, welatiyên Tirkiyeyê jî li ser vê mijarê nerînên xwe tînin ziman.

23ê Mijdarê Tirkiyeyê, bi bûyera firokeya Rusyayê dest bi rojê kir. Xistina firokeyê di navbera Enqerê û Moskowê de bû sedema aloziyê. Serkirdeyên herdu dewletan xwe diparêzin û herwiha qeyran hê nehatiye çareser kirin. Gelo Welatiyên Tirkiyeyê bûyerê çawa şîrove dikin?

Welatiyeke jin dibêje; “Tirkiye mafdar e helbet, inşallah mezinên me wê çareser bikin.” Mêrek jî teqrîben heman nerînê diparêze: “Çend caran hişyarî dan Rusyayê, çima sînorên me binpê kirin. Tirkiyê baş kir.”

Lê di nava kolanan de metirsiya şer jî heye. Welatiyên ku naxwazin Tirkiye digel Rusyayê bikeve şer aramiyê diparêzin. Welatiyeke din a jin nerîna xwe wiha tîne ziman: “Xwezî tiştekî wiha nehatiba kirin lê ji niha û pê de bila Tirkiye gavan bi paş de bavêje, eger na xwedê neke dê şer çêbibe”

Welatiyekî din ji hêza Rûsyayê ditirse û dibêje: “Yaw Rusya wê me bixwe, bixwe, em kî û Rusya kî?"  Yekî din jî ligel heman fikrê ye: “Haya hemû dinyayê ji tanq û topên Rusyayê heye. Em ê çi bikin ? Em dê bi hêza xwe ya îmanê şer bikin?.”

Cudahiya fikran li kolanan  jî deng veda ye. Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di Lûtkeya Keşûhewayê ya 30ê Mijdarê de daxwaza civîna digel Putin kir lê Putin qebûl nekir. Alozî wê çawa çareser bibe niha ev yek ne diyar e.