Li Tirkiyê azadiya çapemeniyê di metirsiyê de ye

Kurd24

K24 – Stenbol

Rojnameger Can Dundar û Erdem Gul ji ber nûçeyên xwe yên li ser barhilgirên MÎTê hatin girtin. Herdu rojnamegerên rojnameya Cumhuriyetê bi alîkarîkirina rêxistina terorê hatin tawanbarkirin.

Dîmenên Barhilgirên MÎTê 29ê Gulanê di rojnameya Cumhuriyetê de hatibûn weşandin. Li gorî wê nûçeyê Tirkiyê bi barhilgiran çek ji DAIŞê re dişandin. Nûçeyê di demek kurt de deng vedabû û di rojeva Tirkiyê de cihekî girîng girtibû.

Giringiya îdiayê ji aliyê serokkomar ve jî hatibû nirxandin. Erdogan di bernameyeke televizyonê de diyarkiribû ku wan kesan nûçeyeke bê bingeh çekirine û ew dê bên cezakirin. Xwediyê nûçeyê, Rêveberê Giştî yê Rojnameya Cumhuryetê Can Dundar û nûnerê Enqerê Erdem Gul bi biryara Dadgeha Stenbolê hatin girtin.

Di vê derbarê de Nûnerê Rojnameya Hurriyetê yê Enqereyê Denîz Zeyrek got: “Her du jî hevalên min yê nêzîk in. Ez gelekî xemgîn im, lê hinek caran astengên wiha çêdibin. Em ê hertim ji bo rojnamegeriyeke azad hewl bidin û rojekê wê rastî derkevin holê.”

Li Enqerê ji bo protestokirina girtina rojnamegeran bi banga Komeleya Rojnamevanên Azad girseyek kom bû. Girseya ku dixwest bimeşe ber bi nivîsgeha Cumhuriyetê ya Enqerê, pêrgî astenga polîsan hat.

Li ser heman mijarê Akademîsyen Gokhan Bulut jî nerînên xwe wiha anîn ziman: “Du rojnameger hatin girtin. Sedem tenê nûçe çêkirin e. Me jî xwest ku ji vir heta rojnameya Cumhuriyete bimeşin. Polisan gaza firmêskrêj bi ser me de barand. Hûn dibînin rewşa Tirkiyeyê di çi halî de ye.”

Tirkiye, di rojên dawî de ji ber zextên li ser çapemeniyê di rojeva dinyayê de ye. Rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî ji ber vê yekê Tirkiyeyê bi zimanekî tund rexne dikin.