Hûrgiliyên “Navçeya Tampon” ya li Sûriyê

Ev nêzîk salekê ye ku Tirkiyê daxwaza avakirina wê navçeyê dike, lê heta niha hewldanên wê serneketin e.
kurdistan24.net

K24- Qamişlo

Ev nêzîk salekê ye ku Tirkiyê daxwaza avakirina navçeyek tampon li Sûriyê dike, lê heta niha hewldanên wê serneketine.

Navçeya tampon a ku Tirkiyê daxwaza çêkirina wê dike, ji Cerablusê heta Ezazê ye ku berferhiya wê 40 KM û dirêjahiya wê jî 90 KM e.

Tirkiyê dibêje ku ew navçe ji bo, hewandina penaberan, şerê li dijî DAIŞê, parastina ewlehiya Tirkiyê û perwerdekirina şervanên opozîsyona Sûriyê ye.

Lê ew navçe herêmên Koban û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê ji hev cuda dike.