Êrîşên Rûsyayê li ser bajarê Himsê berdewam in

û di encam de çar kesên sivîl hatin kuştin û bi dehan birîndarbûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Çalakvanên sûriyê ragehandin ku di encama êrîşekî ya firokeyên Rûsyayê li ser navçeya el-Suxne li rojhelata bajarê Himsî çar kes hatin kuştin.

Ji aliyê xwe ve jî Rewangeha Sûrî ya Mafê mirovan di daxuyaniyekê de duh, 1ê Mijdarê  ragehand ku firokeyên Rûsyayê êrîş birne ser gundên navçeya el-Suxne ku dikeve rojhelata bajarê Himsê û di encam de çar kesên sivîl hatin kuştin û bi dehan birîndarbûn.

Derbarê şerê li Parêzgeha Himsê Parêzgerê wî bajarî duh,1ê Mijdarê ragehand ku lihevkirinek di nav bera rejîma Sûriyê û grûpên opozîsyona sûriyê li taxa el-Weir çêbûye, li gor wê rêkeftinê opozîsyona  sûriyê ku hejmara wan ji (200-300) çekdarên ji dest pêka heftiya bê de dê ji wê ji wê taxê vekişîn.