Berpirsekî Rûsî: Beşdariya Kurdan di şerê DAIŞê de girîng e

Berpirsekî Rûsî tekez dike, welatên din baş fam dikin ku beşdariya hêzên Kurdî di jinavbirina DAIŞê de bêçiqasî girîng e.

K24 – Moskow

Berpirsekî Rûsî tekez dike, welatên din baş fam dikin ku beşdariya hêzên Kurdî di jinavbirina DAIŞê de bê çiqasî girîng e.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Rûsyayê Jiliznik Sergey Vladimirovich ji K24ê re got ku, hêzên Kurdî bihêztirîn û baştirîn hêzên leşkerî ne yên ku dijî DAIŞê şer dikin. Herwiha diyar kir ku Rûsya û welatên cîhanê baş dizanin çiqas beşdariya hêzên Kurdî di jinavbirina DAIŞê de girîng e.

Vladimirovich wiha axifî: “Karê ku Tirkiyê niha li dijî hêzên Kurdî dike, li dijî armancên me ye, divê em hevrêziyê di navbera hêzên xwe de bikin bo jinavbirina terorê.”

Vladimirovich amaje bi wê yekê kir ku tenê bi rêya hevkariya hêzên rêjîmê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ligel piştevaniya êrîşên esmanî yên Rûsî dikarin li dijî DAIŞê bigihin encamekê.

Derbarê gotegotên ku dibêjin Moskow Kurdan wek karteke li dijî Enqereyê bikar tîne, Vladimirovich got: “Kurd fakterekî  xwe ya taybet li Rojhilata Navîn heye, piştî jinavbirana DAIŞê di nexşeya Rojhilata Navîn de, pêwîst e mafê yasayî yê gelê Kurd were parastin.”

Li ser wê yekê ku, ka çima heta niha Rûsya piştgiriya Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê nekiriye, navbirî wiha axivî: "Rûsya piştgîriya YPGê dike, ev piştgîrî jî bi awayekî tê kirin rêzê li yasayên navdewletî digire."