Li Dêrikê qedexe hat rakirin

Di enacama şer û pevçûnan de, 7 gerîla û polîsekê canê xwe jid est dan.

K24- Dêrik

Piştî 8 rojan ji ragehandina qedexeya çûn û hatinê îro li Dêrika Mêrdînê qedexe hat rakirin.

Peyamnêrê K24 got ku, piştî 8 rojan  îro demijmêr 13 li navçeya Dêrik qedexeya derketina derve hate rakirin.

Di rojên qedexeyê de, 7 gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê PKK û leşkerekî dewleta Tirkiyeyê canê xwe ji dest dan, herwiha di pevçûnan de bi dehan xanî kavil bûn.

Qeymeqamtiya Dêrikê bi daxuyaniyeke nivîskî rakirina qedexeya derketina kûçe û kolanan ragehand.

Ji navçeyê xelkê sivîl bo peyamnêra Kurdistan24 ragehandin ku, piştî rakirina qedexeyê wan di malekî de jinek 87 salî bi navê Momê Beşeren mirî dîtine. Ji hêla din ve hejmarek ajal jî bi roket û çekan hatin kuştin.

Li ser xebera rakirina qedexeyê, bi hezaran welatiyên Dêrikî ji gund û navçeyên derdorê ber bi malên xwe ve herikîn. Qeymeqamtiya Dêrikê di 27-ê Mijdara borî de derketina derve bo xelkê sivîl qedexe kiribû û li dijî endamên PKKê û YDG-Hê operasyon dabû destpêkirin.