Nêçîrvan Barzanî: Serdana min bo Tehranê ji bo çareserkirina pirsgirêkan e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, “Serdana me ya bo Îranê girîng û baş bû, bi baweriya min ev serdan dê bibe destpêkek nû di pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konferanseke rojnamevanî de got: “Di vê serdanê hevdîtina me bi Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê, Serokomar, Serokê Parlamentoya Îranê û Sekreterê Giştî yê Encûmena Asayişa Neteweyî re hebû.”

Got jî: “Ji bo me, peywendiyên me yên bi Komara Îslamî ya Îranê re gelek girîng û dîrokî ne, piştî serketina şoreşa Îslamî û heta niha gelek peywendiyên me yên hevpar hene. Herwiha me spasiya berpirsên payebilind ên Îranê jî kir ku di demên dijwar de piştgiriya me kiriye.”

Nêçîrvan Barzanî da zanîn, “Bêguman di vê rêyê de hin pirsgirêk hene, ji ber vê yekê ya ku em girîng dibînin ev e ku divê ev pirsgirêk bên çareserkirin. Herêma Kurdistanê weke cîraneke girîng dixwaze têkeliyên xwe yên baş bi Komara Îslamî ya Îranê re wek cîranek ku di rojên teng de alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye, hebe. Ji ber wê jî Îran û Herêma Kurdistanê îradeyeke wan a cidî heye bo nehîştina pirsgirêk û nakokiyan.”

Tekez kir jî, “Herêma Kurdistanê her tim xwestiye ku li navçeyê wek faktora aramiya bimîne, ev siyaseta Herêma Kurdistanê ya neguherbar e û dê li ser vê siyasetê berdewam be.”