Li Stenbolê şer: Jinekê canê xwe ji dest da

Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê, li Stenbolê li avahiyekê ku hat îdîakirin tê de kesên PKK'yî hebûn operasyonek kirin û di encam de jinekê canê xwe ji dest da.

K24 – Stenbol

Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê, li Stenbolê li avahiyekê ku hat îdîakirin tê de kesên PKK'yî hebûn operasyonek kirin û di encam de jinekê canê xwe ji dest da.

Polîsên rêveberiya ewlekariya Stenbolê, li ser îxbarekê piştî xebatên teknikî, li navçeya Sancaktepeyê, şevê dinê bi ser malekê de girtin. Hat diyar kirin ku di nav xanî de endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hebûn û bi polîsan re şer kirine.

Di bûyerê de jineke bi navê Dîlan Kortak canê xwe ji dest da. Polîsên ku li derdorê avahiyê, tedbîrên ewlehiyê stendin, 3 kes jî desteser kirin.