Li Rojavayê Kurdistanê pêkhateyeke nû tê damezrandin

K24 - Qamişlo

Tê pêşbînî kirin ku di hundirê çend mehên bê de pêkhateyeke siyasî ya nû li Rojavayê Kurdistanê were damezrandin, ew pêngav ji aliyê TEV-DEMê ve tê pêşwazî kirin. ENKS jî tekez dike ku ew pêkhateya nû ti bandorê li karê wan nake lê eger heye rewşa siyasî aloztir bike.

Partiyên Lêvegera Siyasî li Rojavayê Kurdistanê reşnivîşa damezrandina pêkhateyeke siyasî ya nû ku ji pênç partiyan pêk tê belav kir. Derbarê mijarê de Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Ibrahîm Biro, doh ji K24ê gotibû ku damezrandina pêkhateyeke siyasî ya nû ti bandorê li karê ENKSê li Sûriyê nake ji ber ku rêkeftinên di navbera TEV-DEM û ENKSê de wê wek bingehê her lêvegereke siyasî li Rojavayê Kurdistanê bimînin.

Di reşnivîsa Partiyên Lêvegera Siyasî ya nû de tê gotin ku Rêveberiya Xweser (YPG û YPJ) girîngiya qonaxa niha dibînin û divê her sê kantonên Rojavayê Kurdistanê bi hev ve werin girêdan.

Ji aliyê xwe ve jî Serokatiya Rêveberiya Xweser pêşwaziya wê pêngavê dike û daxwazê ji partiyên din dike ku di nav Lêvegera Siyasî de cîh bigrin.