Anli: Divê lijneyeke taybet kuştina Elçî zelal bike

Şarderarê Diyarbekirê Firat Anli derbarê kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî de axivî û got ku divê lijneyeke taybet bê pêkanîn ku kuştina Elçî zelal bike.

K24 - Enqere

Şarderarê Diyarbekirê Firat Anli derbarê kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî de axivî û got ku divê lijneyeke taybet bê pêkanîn ku kuştina Elçî zelal bike.

Firat Anli wiha axifî: “Hefteyek derbas bûye, bi rastî jî heta niha gaveke biçûk jî nehatiye avêtin, ji xwe hêviya me nebû. Em dizanin di 30 salên dawî de mixabin dewlet di vî alî de xwe berpirsyar nabîne. Ne em bêjin rehmetî Tahîr Elçî, heta îro bi 10 hezaran insanên me hatine kuştin, kujer nediyar e. Baweriya me jî tune ye ku wê kuştin zelal bibe. Gelo lêkolineke baş lêkolineke objektîv wê bê kirin ? Bi rastî jî baweriya me tune ye.

Weki doh baroya Diyarbekirê jî daxuyanî da û got baweriya me bi ewlehiyê tune, ji ber ewlehî naxwaze bûyer zelal bibe, kujer derkeve holê. Ligor min divê lijneyeke taybet a navnetewî, ji Ewporayê, ji dadgehên mafê mirovan, ji akademisyenan û ji pisporan pêk tê, were pêkanîn û bên li Diyarbekîrê lêkolînan bike, kuştinê zelal bike. Kujer xuya bibe dile gele Kurd pîçekî wê xweş bibe. Em ê bêjin rastî derket holê, kujer derket holê. Heta ew çênebin mixabin baweriya me jî tune ye, hêviya me jî tune ye ku sibe wek kuştina Tahir Elçî hevalek din neyê kuştin.”