Obama derbarê bûyera Kalîforniyayê de diaxife
K24 – Navenda Nûçeyan
Koşka Spî ragihand ku îro Barack Obama dê gotarekê pêşkêşî gelê Amerîkayê bike, têde behsa pêşhatên lêkolîna derbarê bûyera gulebarana San Bernardîno ya Kaliforniyayê (San Bernardino, California) de bike, ku tê de 14 kes hatin kuştin.
Serokê Amerîkayê Barack Obama, di gotara xwe de wê li ser terorê jî biaxife. Li gor Koşka Spî, Obama dê behsa berfirehbûna gefa terorê, xweza, çawaniya pêşveçûn û jinavbirina wê bike.