Serokê Herêma Kurdistanê serdana Îranê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi serdaneke fermî serdana Komara Îslamî ya Îranê dike.

Li gorî zanyariyên K24ê, Biryar e îro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî biçe Tehranê û ji bo xurtkirina peywendiyên di navbera Hewlêr û Tehranê de, bi berpirsên Îranê re bicive.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêştir jî serdana Komara Îslamî ya Îranê kiribû.

Ji aliyekî din ve, beşek ji medyaya Îranê jî behsa serdana Nêçîrvan Barzanî bo wî welatî kirin.