Tahir Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn

Tirkan Elçî got; ‘Divê kujer bên dîtin. Bila dev ji deq û dolaban berdin. Mirina li ber Minareya Çar Ling nabe nesîbê her kesî, bedelê vê dozê rihê min jî bibe, ez ê vê bûyerê bişopînim.'

K24 - Diyarbekir

Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî di roja 7’emîn ya kuştina wî de îro doh bibîranîn. Hevjîna Elçî, Tirkan Elçî got: ‘’Ez bawer nakim ku kujerê kesekî li ber cihekî pîroz hatiye kuştin neyê dîtin.’’ Cîgirê Serokê Baroya Diyarbekirê Ahmet Ozmen jî got, lêpirsîn bi giranî tê kirin, hê jî kujerê serokê wan ne diyar e.

Hevjîna Elçî, Tirkan Elçî, hevjîna Hrant Dînk, Rakel Dînk, Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Diyarbekirê Firat Anli û gelek parêzerên Baroya Diyarbekirê çûn ser gora Tahir Elçî.  Tirkan Elçî got; ‘Divê kujer bên dîtin. Bila dev ji deq û dolaban berdin. Mirina li ber Minareya Çar Ling nabe nesîbê her kesî, bedelê vê dozê rihê min jî bibe, ez ê vê bûyerê bişopînim.'

Hevjîna Hrant Dînk, Rakel Dînk jî got ew bi kuştina Elçî gelekî êşiyane û wiha axifî:  "Li welatê me canên me wiha bi hovîtî tên kuştin. Hêviya min ew e ku ev kuştin bi dawî bibin.” 

Ji aliye din ve jî xebatên herdu mifetişên ku ji aliyê wezareta navxweyî ya Tirkiyeyê ve ji bo ku li ser dosyaya buyera kuştina Tahîr Elçî lêkolînan bikin berdewam e.