Şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê û çareserî

Bûyerên li Bakurê Kurdistanê piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê derketin lê dihat çaverêkirin ku piştî hilbijartinên 1ê Mijdarê rawestin lê berevajî gengeşî zêdetir bû.

K24 – Enqere

Li Bakurê Kurdistanê çend meh dibe şer û pevçûn berdewam in. Di encama van şeran de bi dehan hevwelatiyan cane xwe ji dest dane. Gelo ev rewş dê heta kengî bidome? Siyasetmedarên Kurd sedema şer dinirxînin.

Bûyerên li Bakurê Kurdistanê piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê derketin lê dihat çaverêkirin ku piştî hilbijartinên 1ê Mijdarê rawestin lê berevajî gengeşî zêdetir bû.

Li çend navçeyan, qedexeyên derketina kolanan hatin îlankirin û herwiha alozî bû sedema bi sedan mirinan. Gelo sedem çî ye?  Çima pevçûnên li herêmê nasekinin.? Wezîrê berê Mehdî Eker sedema bûyeran politikayên xelet dibîne.

Li gor Eken, gelê Kurd divê bi rêyên yasayî daxwazên xwe bînin ziman. Mehdî Eker kolandina xendekan jî sedema pevçûnan dibîne: "Ligel zordestiya di nav bajaran de, dîsan xendek tên kolandin; gel, insanên bêguneh, pîrek û zarok bi giştî bêzar in. Ev ne tişteke ku vîjdanê insanan qebûl bike."

Şaredarê Diyarbekîrê Firat Anli jî dibêje hêvî tune ye ku çend mehên din jî rewş biguhere: "Divê rêveberên dewleta Tirk, em bêjin serokkomar, serokwezîr, hikûmeta AKPê bi rastî biryarekê bide. Yan divê gelên Kurd û Tirk, gelên di nav Tirkiyê de bihevra bijîn wek xwişk û brayên hev, herkes bi nasnameyên xwe. Yan jî di 90 salên dawî de ev bûyerên heta îro berdewam bûne, ew ê 90 salên din jî berdewam bibin."

Destpêka bûyerên herêmê bi îlankirina biryara KCKê ya xweseriyê rû dabûn. Di çarçoveya biryarê de li herêmê hêzên parastinê hatin xurtkirin û herwiha ji aliyê dewleta Tirk ve jî bersiveke tund hat dayîn.  Ji wê demê heta niha li herêmê rewşa aloz berdewam e.

Şaredarê Diyarbekîrê Firat Anli