Barzanî: Em ne li dijî ti welatekî ne

Serokê Herêm Kurdistanê pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NY kir.

K24- Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê tekez dike ku, ew nabin beşek ji milmilaneya li navçeyê. Nûnerê Taybet Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî jî radighîne ku, ew piştgiriya Herêma Kurdistanê dike.

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî îro, 6ê Kanûnê, li Pîrmamê pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê, Jan Kubis û şandeya ligel kir.

Jan Kubis di hevdîtinê de pîrozbahiya serkeftina Pêşmerge û azadkirina Şingalê li Barzanî kir, herwiha diyar kir ku, NY bigirîngî li asayiş û aramiya Herêma Kurdistanê dinêre û piştgiriya wê dike.

Di beramber de, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî got ku, Herêma Kurdistanê ti carî nebûye beşek ji milmilaneya li navçeyê û alîgiriya bereyekê li dijî bereya din nekiriye.

Barzanî tekez kir jî ku, Herêma Kurdistanê ne li dijî ti welatekî ye û rê nade ku li ser axa wê aliyên navdewletî bazarên xwe bikin.