Li Tirkiyê di 11 mehan de hezar û 593 karker mirine

Li Tirkiyê hejmara mirina karkeran her ku diçe zêdetir dibe û nav 11 mehên dawî de hezar û 593 karker mirine.

K24 - Stenbol

Li Tirkiyê hejmara mirina karkeran her ku diçe zêdetir dibe û nav 11 mehên dawî de hezar û 593 karker mirine. Di nav wan kesan de herî zêde karkerên madenê derdikevin pêş.

Li gor rapora Meclîsa Ewlehiya Kar û Tendirûstiya Karkeran di sala 2013an de li Tirkiyê hezar û 235 karker mirine. Sala borî jî hezar û 886 karkeran canê xwe ji dest dane.

Her wiha mirina karkeran di sala 2014an de li gor sala 2013an ji sedî 50 zêde bûye. Sala 2015an di 11 mehên dawî de hezar û 593 karker mirine. Tenê di meha Mijdara borî de herî kêm 131 karkeran canê xwe ji dest dane.

Pisporê ewlehiya kar Huseyîn Çîçek da zanîn ku herî zêde di sektora maden û bînasaziyê de karker dimirin: "Li seranserê Tirkiyê hezar û 680 kargeh hene. Ji bo rê li ber mirina karkeran bê girtin divê tedbîrên ewlehiyê bên zêdetirkirin û pisporê ewlehiya van kargehan hebe. Em dibînin di nav kesên ku dimirin de karkerên ku nû dest bi kar kirine derdikevin pêş. Li nav bajaran herî zêde li Stenbolê karker canê xwe ji dest didin."

Koma "Malbatên Karkeran Dadê Dixwazin" ji bo xizmên xwe yên karkeran ku dema li ser kar mirine her meh li hev dicivin daku berpirsên mirinan bên darizandin.

Sema Erdem Tunay ji bo xwişka xwe ya ku dema li cihê kar dixebitî miriye dixwaze kesên berpirs werin cezakirin: "Piştî mirina xwişka min, me li Tirkiyê serî li dadgehê da lê tu kesî ceza nexwar loma me serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê da. Em hemû malbatên vir bi tenê banga dadê dikin."

Li gor rapora Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî, li seranserê cihanê 286 milyon karkerên ciwan, di bin 4 dolaran de dixebitin, 168 milyon karkerên zarok hene û di her deqeyekê de 4 karker ji ber nexweşî û qezayên dema li kar dimirin.