Serokê Herêma Kurdistanê serdana Tirkiyê dike

Hat ragehandin ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hundirê vê hefteyê de serdana Tirkiyê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hat ragehandin ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hundirê vê hefteyê de serdana Tirkiyê dike. Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanê 9ê vê mehê serdana Tirkiyê dike.

Çavuşoglu di weşana Kanal 24 a Tirkiyê de behsa pirsgirêkên navbera welatê wî û Rûsya, hatina leşkerên Tirk bo derdora Mûsilê û şerê li dijî DAIŞê kir.

Derbarê hêza leşkerî ya Tirkiyê de ku hatiye Başîqe, Çavuşoglu got: "Li Iraqê hebûna hemû kesekî heye û hebûna me jî li wê derê ne veşartî ye. Herwiha herî zêde em rêzê li yekîtiya axa Iraqê digirin."

Herçiqas derbarê naveroka serdana Serokê Herêma Kurdîstanê de Çavuşoglu tu agahî nedan lê tê çaverêkirin ku Barzanî ligel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu bicive.

Li gor agahiyên ku di medya Tirkî de hatine belavkirin, tê çaverêkirin Barzanî û rayedarên Tirkiyê zêdetir li ser pirsa şerê dijî DAIŞê, aloziyên li Bakurê Kurdistanê û proseya aştiyê gotûbêjê bikin.