Baluken: Yekîtiya Kurdan hemû planan vala derdixe

Bala cihanê li ser geşedanên li Rojhilata Navîn e. Aloziya li herêmê her diçe zêdetir dibe, gelo li herêmê çi dibe û rola Kurdan a li herêmê çiqasî xurt bûye.?

K24 – Enqere

Li Rojhilata Navîn alozî her diçe zêdetir dibe, dewletên cîhanê yên serekî hêzên xwe dişînin herêmê û axaftin li ser egera şerê cîhanî yê sêyemîn jî tê kirin. Di nav vê keş û hewayê de Kurd divê çawa tevbigerin, gelo rewşa Kurdan ber bi ku ve diçe? Siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê rewşê dinirxînin.

Bala cihanê li ser geşedanên li Rojhilata Navîn e. Aloziya li herêmê her diçe zêdetir dibe, gelo li herêmê çi dibe û rola Kurdan a li herêmê çiqasî xurt bûye.? Cîgirê Serokê Koma HDPê Îdrîs Baluken dibêje Rojlihata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin, Gelê Kurd li 4 parçeyan, sitatûya xwe dixwaze û herwiha gelek plan jî li ser Kurdan tên çêkirin.

Ligor Baluken eger Kurd bibin yek hemû plan wê vala derkevin û eger Kurd şareza nebin heta 100 salên din jî dê bindest minînin: "Li Başûr sitatûyek hatiye wergirtin, li Rojava jî hêdî hêdî çêdibe, li Bakur bi navê xweseriyê hewl hene. Ew nîqaşên “Gelo Kurd wê ligel Emerîka tevbigerin, an ligel Rusyayê an jî ligel Tirkiyeyê tevbigerin” em jê acizin, li gor me babeta sereke yekbûna Kurdan e. Divê Kurdên 4 parçeyan bizanin ku çarenûsa wan hevpar e."

Hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik jî bal kişand ser yekîtiya Kurdan û amaje bi wê yekê kir ku balansên dinyayê jî divê neyên paşguhxistin: "Li dinyayê tu kes, tu bajar, tu dewlet bi serê xwe nikare tiştekê bike. Li ser vê axa han bi her awayî hêza Rusyayê jî ya Emrîkayê jî ya Ewropayê jî heye, lê em pêşî divê baweriya xwe, qaveta xwe, hêza xwe bi gele xwe pêk bînin."

Ev demeke dirêj e, hêzên hevpeyman bi serkêşiya Emerîkayê di çarçoveya operasyonen li dijî DAIŞê de li Suriye û Iraqê ne. Piştî demeke dirêj Rusya jî tevlî operasyonen li dijî DAIŞê bû û Rusyayê da zanîn ku wê hêzên xwe li vê derê xurttir bike, bi ve yekê hebûna hêzên cihanî yen li Rojhilata Navin zêdetir bû. Ev yek jî wekî amadekariyên şereki cîhanî tê nirxandin.