Serokwezîrê Tirkiye dê serdana Bexdayê bike

“Ewên dîtineke din dibînin, bi enqest hewla dirustkirna aloziyê didin”

 K24- Navenda Nûçeyan

 

Serokwezîrê Tirkiye ragehand, ji bo aramkirina vê rewşa aloz a derbarê çûna hêzên leşkerî yên Tirk bo nav axa Iraqê, dê di nêzîktrîn dem de serdana Bexdayê bike.

 Serokwezîrê Tirkiyê, Ahmet Davutoglu, tekez dike ku hêzên wan bo bergirîkirinê ji her êrîşeke DAIŞê çûyne derdorê Mûsilê û “Ewên dîtineke din dibînin, bi enqest hewla dirustkirna aloziyê dikin” Davutoglu, ragehand jî ku hêzên Tirkiyê heta niha bêtir ji 2 hezar kes perwerde kirine.

Ji aliyeke din, Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Mevlut Çavuşoolu got ku, niha hêzên Tirkiyê ji Iraqê venakişin lê şandina hêzên zêdetir hatiye ragirtin.

 Her derbarê vê pirsgirêkê de, Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiye, Tanju Bilgiç ragehand, Mevlut Çavuşoglu di pêwendiyeke telefonî de bi hevşanê xwe yê Iraqî, Ibrahîm Ceiferî re diyar kiriye ku, Tirkiyê şandina hêzên leşkerî bo bakurê Iraqê ragirtî ye.