Xoce:Hemû alî li ser çûna Esed hevdeng in

wê şandeyeke hevgirtî ya opozîsyona Sûriyê were hilbijartin, ji bo ku di civînên navdewletî

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Itîlafa Opozîsyona Sûriyê ragehand ku di kongreya Riyadê de ne tenê çarenivîsa Esed wê were gotûbêjkirin,  belko destêwerdana Îran û Rûsyayê jî li Sûriyê.

Biryar e îro, 9ê Kanûnê, kongreyê hevgirtina opozîsyona Sûriyê li Riyadê paytexta Erebistana Siûdiyê birêve biçe, kongreya (ku bi piştgiriyek navdewletî tê lidarxistin) wê şandeyeke hevgirtî ya opozîsyona Sûriyê were hilbijartin, ji bo ku di civînên navdewletî de danûstanê ligel şandeya rejîma Sûriyê bike, derbarê qonaxa veguhêz de li wî welatî.

Derbarê vê mijarê de Serokê Itîlafa Opozîsyona Sûriyê Xalid Xoce di daxuyaniyekê de ji rojnameya Şerq El-Ewsed re da zanîn, ku pêwîst e di qonaxa veguhêz de bizanin kî opozîsyon e û kî ne opozîsyon e û diyar kir ku beşdariya wan di her kongreyeke Navdewletî de ne tenê çarenivîsa Esed dê were gotûbêjkirin belko destêwerdana Îran û Rûsyayê jî li Sûriyê.

Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Serokê Itîlafa opozîsyona Sûriyê Hişam Merwa ji heman rojnameyê re da zanîn ku lihevhatineke giştî li ser çûna Esed li cem hemû aliyên Siyasî li Sûriyê heye û bê çûna Esed çareseriya siyasî nabe.