Şivan Perwer bo Erdogan: Kerem ke em bihev re kar bikin

Perwer daxwaz dike ku êdî ne xendek bên kolandin û ne jî qedexe werein ragihandin.

K24- Navenda Nûçeyan

Hunermendê Kurd ê navdar Şivan Perwer diyar dike ku “Erdogan behsa hin tiştê nû dike” û dibêje: “Kerem ke em bi hev re kar bikin.”

Şivan Perwer di hevpeyvînekê de ligel televîzyona TRTKurdî derbarê alozî û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê axifî.

Perwer diyar kir ku “Birêz Erdoxan behsa tiştên nû dike. Kerem ke, ku em bi hev re bikin. Lê belê di pratîkê de pêwîst e ew jî hinek tiştan bike (…) Eger em dixwazin bi hev re bijîn divê em zirarê nedin hevdin. Heke em dixwazin bi hev re bijîn divê dewlet dewleta her kesî be. Navê wê çi dibe bila bibe. Ne tenê dewleta elîtên Tirkan.”

Derbar konalndina xendekan û ragehandina qedexeyên çûn û hatin, Perwer got: ““Bila xendeq ne bin, bila rê jî neyên girtin, lê bila qedexe jî ne bin. Ya rast tiştên wiha şerm in.”

Hunermendê Kurd Şivan Perwer da zanîn jî ku “Yên ku dixwazin Tirkiye bibe welatekî demokrat, pêşketî û xweşik divê lê bixebitin ku Tirkiye demokratîk be. Wê çaxê Tirk û Kurd şer nakin.”