Li Nisêbînê qedexe hat rakirin

Qedexe li Sûrê û Colemêrgê berdewam e.

K24- Nisêbîn

Qedexeya derketina kolanan ku di 6ê Kanûnê de li Nisêbîna Navçeya Mêrdînê hatibû ragihandin, îro piştî demjimêr 17:00 li gor Tirkiyeyê hat rakirin.

Peyamnêrê K24 diyar kir ku, piştî 3 rojên ku qedexe berdewam kir, 4 kesên sivîl canê xwe ji dest dan, qedexe îro piştî nîvro hat rakirin.

Li aliyê din, qedexeya derketina kolanan li Sûra Diyarbekirê di roj 8emîn de ye. Ji bo rakirina qedexeyê xwepêşandanek birêve çû, lê polîsan bi tundî bersiva xwepşanderan da û kesekî sivîl birîndar bû.

Li Gewera Navçeya Colemêrgê jî qedexeya çûn û hatinê di roja 3emîn de didome. Li Amedê sivîlekî û polêsekî jiyana xwe jidest dan.

Li gelek bajar û navçeyên Bakûr, xwepêşandanên bo nerazîbûna qedexeyan jî her wiha didomin û rewşa aloz li Bakûr berdewam e.