Barzanî û Erdogan rewşa deverê gotûbêj kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu civiya û rewşa navçeyê gotûbêj kirin.

K24 - Enqere

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu civiya û rewşa navçeyê gotûbêj kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo ligel rayedarên Tirkiyê hinek hevdîtinan bike li Tirkiyê ye. Serok Barzanî hevdîtina xwe ya pêşî ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan pêk anî. Hevdîtina ku şevê din saet 19:10an li Qesra Serokkomariyê destpê kir, saetek û 20 deqîqeyan berdewam kir.

Piştre Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û şandeya ligel wî derbasî Koşka Çankayayê ango avahiya fermî a Serokwezîrtiyê bûn û li wê derê digel Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavûşoglu civiya.

Hat ragihandin ku di wan civînan de, aloziya li Rojhilata navîn, Terora DAIŞê ya li Iraq û Sûriyê û şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê û xurtkirina têkiliyên aborî yên di navbera Başûrê Kurdistanê û Tirkiyê de hatine axaftin.

Tê çaverêkirin ku Barzanî û şandeya ligel îro hinek hevdîtinên din digel rayedarên Tirk pêk bînin.