Barzanî ligel partiyên Bakurê Kurdistanê dicive

Serokê Herêma Kurdistanê ji Enqerê dilgiraniya xwe ji rewşa niha li Bakurê Kurdistanê heye, anî ziman.

K24- Enqere

Biryar e Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ligel partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê bicive.

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî duh gihabû Enqerê û ligel Serokomarê û Serokwezîrê Tirkiyê civiya bû.

Barzanî îro, 10ê Kanûnê, di konferasekî rojnamevanî de got ku, ew dê ligel partiyên Bakurê Kurdistanê bicive.

Herwiha Barzanî ew nûçeyên ku dibêjin ew ligel rêberê PKK, Ebdulla Ocalan civiya ye, red kir û tekez kir jî ku, ti hevdîtineke bi wî awayî nehatiye kirin.

Derbarê şer û aloziya li Bakurê Kurdistanê de,  Barzabî got ku, wî hêvî dikir ku rewşa Bakur negihe vê qonaxê.

Herwiha derbarê proseya aştiyê li Tirkiyê de jî Barzanî wiha axifî: "Em dixwazin prose berdewam be." 

Li ser guhertina siyaseta Tirkiyê derbarê doza Kurd de Barzanî, behsa nameyeke Barzaniyê nemir kir û wiha pêde çû: "Di salên 60î de Barzanî nameyek bo Neteweyên Yekbûyî nivîsî bû û name bo Tirkiyê jî şandiye, lê serokê wê demê yê Tirkiyê bersiv nedaye, niha li wê koşkê pêşwaziyê li me dikin, evna li ba min guhertineke mezin e."