Civîna Barzanî ya ligel HDP bidawî bû

Osman Baydemir, Ehmed Turk û Leyla Zana jî beşdar bûn.

K24- Enqere

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ligel nûnerên HDP civiya.

Di civînê de ku li Enqerê birêve çûye, her yek ji Osman Baydemir, Ahmed Turk, Leyla Zana û hejmarek parlementer û hevserokên şaredariyên Bakurê Kurdistanê amade bûn.

Peyamnêrê K24 ji cihê civînê got ku, piştî bidawîhatina civînê, nûnerên HDP diyar kirin ku, ew dê bi rêya daxuyaniyeke fermî naveroka civînê ragihînin.

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî duh gihabû Enqerê û ligel Serokomarê û Serokwezîrê Tirkiyê civiya bû.