Barzanî ji Tirkiyê vedigere Kurdistanê

Biryar e piştî civîna ligel aliyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê dawî bi civîna xwe bîne.

K24- Enqere

Biryar e Serokê Herêma Kurdistanê piştî bidawîhatina civîna ligel aliyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê, vegere Hewlêrê.

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî duh gihabû Enqerê û ligel Serokomarê û Serokwezîrê Tirkiyê civiya bû.

Barzanî her du civîn bi girîng binav kirin, herwiha diyar kir ku behsa çendîn babetên girîng ên di rejevê de hatiye kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê îro, 10ê Kanûnê, piştî nîvro ligel serkirdeyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civiya bû.

Di civînê de her yek ji Osman Baydemir, Ahmed Turk, Leyla Zana û hejmarek parlementer û hevserokên şaredariyên Bakurê Kurdistanê amade bûn.

Beriya bîstekê jî Barzanî dest bi civîna ligel aliyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê kir.

Li gro zanyariyên peyamnêrê K24 li cihê civînê, dê Serokê Herêma Kurdistanê piştî bidawîhatina civîna ligel aliyên siyasî, dawî bi serana xwe bîne û vegere Kurdistanê.