Di Roja Mafên Mirovan de Elçî hat bibîranîn

Saziyên civakî li Diyarbekirê hem Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî ku di êrişeke çekdarî de canê xwe ji dest dabû bibîranîn û hem jî binpêkirinên mafên mirovan şermezar kirin.

K24 – Diyarbekir

Saziyên civakî yên sivîl li Diyarbekirê hem Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî ku di êrişeke çekdarî de canê xwe ji dest dabû bibîranîn û hem jî binpêkirinên mafên mirovan şermezar kirin. Di çalakiyê de Serokê Şaxa Diyarbekirê yê ÎHDê Racî Bîlîcî got, bila şer, pevçûn û çek ji vî bajarê qedîm dûr bikevin.

Nûnerên Saziyên Civakî doh bi helkefta Roja Mafên Mirovan ya Cîhanî li ber Abideya Mafê Mirovan a li Parqa Koşuyolu civiyan û ragihandin ku, li gelek deverên cîhanê şer hê jî berdewam e.

Li ser navê saziyan Nûnerê ÎHDê Racî Bîlîcî got; “Em dixwazin ji nava kolanên bajarên me dengên lîstokên zarokan bên; em naxwazin bêhna xwînê bê. Ji ber vê yekê em dixwazin proseya aştiyê li Tirkiyeyê dîsa birêve biçe.”

Alikarê Serokê Baroya Diyarbekirê Ehmed Ozmen jî Tahir Elçî bibîranî û got, em dixwazin kujerên wî bên dîtin û darizandin.