Gelo Tirkiye piştgiriya Kurdistana serbixwe dike?

Siyasetmedar û çavdêrên siyasî dibêjin ku Kurdistaneke serbixwe dê ji bo Tirkiyeyê jî baş be û dê ev gav di nava şert û mercên ku Rojhilata Navîn îro têde ye hêzê bide Tirkiyeyê.

K24 – Diyarbekir

Eger Herêma Kurdistanê serxwebûna xwe îlan bike gelo dê helwêsta Tirkiyê li hemberî vê yekê çawa be? Siyasetmedar û çavdêrên siyasî li Diyarbekirê li ser vê pirsê dibêjin, Kurdistaneke serbixwe dê ji bo Tirkiyeyê jî baş be û dê ev gav di nava şert û mercên ku Rojhilata Navîn îro têde ye hêzê bide Tirkiyeyê.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî, di serdana xwe ya Gulana 2015an de li Amerîka û Ewrûpayê behsa îlankirina Kurdistana serbixwe kiribû. Bi hatina Serok Barzanî bo Tirkiyeyê vê nîqaşê dîsa di rojevê de cih girt. Siyasetmedar Hesen Dagtekîn, dibêje Kurdistaneke serbixwe dê bibe dostê Tirkiyeyê; divê Tirkiye ji vê yekê netirse û piştgiriya vê daxwazê bike, lewra Kurdistan bo Tirkiyeyê ne dijmin e; dost e.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, 21ê Meha Gulana 2015an di bernameyeke televizyonê de gotibû ku ew ne li dijî vê yekêne û ew mijara navxweyi ya Iraqê ye. Serokwezîr Ehmed Davutoglu jî serê vê salê gotibû ku Kurdistana serbixwe ji bo Tirkiyeyê ne gef e.

Lê çavdêrê siyasî Hakan Samur dibêje, heta 7ê Hezîranê jî di hişê raya gişti ya Tirkiyeyê de îmaja Kurdan li gorî salên 90an baştir bûbû, lê eger Hikûmeta Tirkiyeyê Kurdistana serbixwe nas bike dibe ku rûbirûyê nerazîbûnên dijwar ên raya giştî bibe. Samur, sedema vê yekê jî bi bûyerên di 6 mehên dawî ve girêdide.

Li gorî zanyariyên çavdêrên siyasî piraniya Kurdên çar aliyên cihanê weke hebûna dewletên din dixwazin dewleteke serbixwe ya Kurdan jî hebe. Pisporên têkiliyên navdewletî dibêjin,  krîza di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de jî Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê nêzîktirî hev dike. Hem piştgirîya Amerîqa hem jî şert û mercên niha, helwêsta Tirkiyeyê li hemberî Kurdistana serbixwe nermtir dike.

Siyasetmedar Hesen Dagtekîn

Çavdêrê Siyasî Hakan Samur