Zarokên Rojhilatê Kurdistanê hê jî dibin qurbanê mînan
K24 – Navenda Nûçeyan
Li gundê Neşkaşê ser bi bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê rojane zarok dibin qurbanê mînan.
Berpirsên Îranê jî dibêjin ku ew mîn bermayên şerê 8 salan ê navbera Îran û Iraqê ne.
Welatiyên navçeyê jî li benda hikûmetê ne ku devera wan ji mînan paqij bike daku careke din zarokên wan nebin qurbanî.