"Her hêzek ne ligel dewleta Kurdî be riswa dibe"

Endamê Ragehandina Polîtburoya YNKê Azad Tofîq ragihand ku her hêzek ne ligel dewleta Kurdî be dê riswa û şermezar bibe.

K24 - Navenda Nûçeyan

Endamê Ragehandina Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand ku her hêzek ne ligel dewleta Kurdî be dê riswa û şermezar bibe.

Di daxuyaniyekê de Endamê Ragehandina Polîtburoya YNKê  Azad Tofîq ji K24ê re got: "Em hemû li ser pirsa Kurdî, nasnameya Kurdî, çarenivîsa mafên Kurdan û damezrandina dewleta Kurdî yekdeng in, ti hêza siyasî jî nikare piştgiriya wê neke û her hêza ku ne ligel dewleta Kurdî be dê riswa bibe."

Tofîq da zanîn ku pirsgirêk di sîstema karkirina partiyên siyasî de heye û pêdiviya dewleta Kurdî bi yek gotarê heye û divê hêzên siyasî ligel hev hevkar û şefaf bin.

Derbarê girîngiya serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Tirkiyê de jî Tofîq wiha axifî: "Ji ber girîngiya wê serdanê dive rêz lê bê girtin. Danîna Alaya Kurdistanê jî di hevdîtinên dîplomatîk de îtîrafkirina navdewletî ye bi Kurdan, mirov divê sipasiya Xweda bike".

Endamê Ragehandina Polîtburoya YNKê  Azad Tofîq, herwiha danîna Alaya Kurdistanê di hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê de bilind nirxand.