Xelkê Dêrikê jî dê ji malê xwe bar bikin

Şer û pevçûnên demên dawî yên li Bakurê Kurdistanê diqewimin, dibin sedema ku welatî dev ji malên xwe berdin û koç bikin. Piştî navçeyên wekî Cizîr, Farqîn, Sur û Nisêbînê xelkê Dêrikê jî malên xwe bar kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Şer û pevçûnên demên dawî yên li Bakurê Kurdistanê diqewimin, dibin sedema ku welatî dev ji malên xwe berdin û koç bikin. Piştî navçeyên wekî Cizîr, Farqîn, Sur û Nisêbînê xelkê Dêrikê jî malên xwe bar kirin. 

Welatî ji ber şer û pevçûnan dilgiran in û ji K24 re dibêjin di demeka herî zû de xendekên hatine kolandin divê bên rakirin. Ger xendek neyên rakirin ewê dev ji welatê xwe berdin.

Jinên Dêrikê jî didin zanîn ku ji ber rewşa aloz jiyana wan têk çûye û banga aramiyê kirin.

Dikandarên Dêrikê jî dibêjin şer ne tenê li ser jiyana civakî herwiha li ser aboriya wan jî bandoreka gelek xirab kiriye. Welatiyek ku dikanê wî jî ji ber şer rûxiya ye nerazîbûnên xwe anî zimên û ji berpirsan daxwaza çareseriyê kir.

Dikancî dibêjin “Di nav xelkê aramî nemaye. Xelk ditirsin û nebextewar in. Ya herî xirab jî koçberî ye. Xelk ji ber kolandina xendekan dev ji malên xwe berdidin û diçin. Ew nizanin dê çi bikin. Aborîya herêmê jixwe têk çûye. Em hêviya çareseriyê ne.”

Dêrik navçeyek ser bi parêzgeha Mêrdînê ve ye. Li wir ji ber şer û pevçûnan ji 25ê Mijdarê de heta 3yê Kanûna Pêşîn qedexeya derketina kolanan hatibû ragihandin. Di encamê de li gor ragihandina Parêzgeha Mêrdînê leşkerek û 15 gerillayên PKKyê canê xwe ji dest dabûn. Li gor raginadina PKKyê jî kesên hatine kuştin xelkê sivîl in.