Turkdogan: Bi polîtîkayên hişk pirsa Kurd nayê çareser kirin

Li Bakurê Kurdistanê ligel şer û pevçûnan rewşa awerte berdewam e. Qedexeya derketina kolanan li çend navçeyan dîsan hat ragehandin û saziyên civakî jî li Enqereya paytexta Tirkiyê rewş protesto kirin.

K24 – Enqere

Li Bakurê Kurdistanê ligel şer û pevçûnan rewşa awerte berdewam e. Qedexeya derketina kolanan li çend navçeyan dîsan hat ragehandin û saziyên civakî jî li Enqereya paytexta Tirkiyê rewş protesto kirin.

Li Bakurê Kurdistanê ragihandina qedexeyan berdewam e. Li herêmê pevçûn nasekinin, alozî her ku diçe xurttir dibe. Hewara herêmê li Enqerê jî deng veda. Bi serkêşiya Komeleya Mafên Mirovan, parêzvanên mafên mirovan li ber parlamentoyê kom bûn û daxwaza sekinandina şer kirin.

Serokê Komeleya Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan diyar kir ku biryarên qedexekirina derketina kolanan bi awayekî neyasayî tên dayîn û ji ber vê yekê jî ew daxuyaniya xwe li ber parlamentoyê dixwînin û daxwaz kir ku parlamento erka xwe bicih bike.

Ozturk Turkdogan wiha axifî: “Em bangî aliyan dikin, bi politikayên tund hûn nikarin meseleya Kurd çareser bikin. Divê danûstendin destpê bikin, divê şiyana siyasî dûrxistina Ocalan di ber çavan re derbas bike û divê ev şerê bê wate ku her diçe dubare dibe, yekser bi dawî bibe.”

Di çalakiyê de hêrs gelekî zêde bû, Wezîrê Berê û Parlamenterê HDPê Muslum Dogan, ji ber bûyeran dewlet tawanbar kir û got ku gel her diçe ji  hev du dûr dikevin û eger bûyer berdewam bikin xetayên bêveger wê çêbin.

Dogan wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Bajarên Kurdan hatine dorpêçkirin, ez bangî hikûmetê dikim ku yekser bûyeran bidawî bikin û vegerin proseya berî 7ê Hezîranê. Bi wan kiryaran hûn tu encaman wernagirin, dest ji zirardanê berdin.”

Li gor Lêkolînên Weqfa Mafên Mirovan piştî zêdebûna bûyeran, ji 16ê Tebaxê ve û heta niha li Diyarbekîrê, li 8 navçeyan 32, li Mêrdînê li 3 navçeyan 9, li Şirnexê li 2 navçeyan 7,  li Colemêrgê li navçeyekê 4, li  Mûşê, Batmanê û Elezîzê carekê qedexeya derketina kolanan hatiye ragehandin. Di encam de milyonek û 300 hezar kesan ji hemû bajarên Bakurê Kurdistanê zerar ditîne.