Malbatên cangoriyên Pirsûsê dixwazin tawanbar derkevin holê

Malbatan raporên xwe pêşkeşî parlamenteran kirin û bo kujer werin dîtin û cezakirin xwestin ku li parlamentoyê komisyoneke lêkolînkirinê were pêkanîn.

K24 - Enqere

Malbatên cangoriyên teqîna Pirsûsê û parêzerên wan ligel Parlamenterên CHP û HDPê civiyan. Malbatan raporên xwe pêşkeşî parlamenteran kirin û bo kujer werin dîtin û cezakirin xwestin ku li parlamentoyê komisyoneke lêkolînkirinê were pêkanîn.

Platforma Dadweriyê ya Pirsûsê ku ji 900 parêzeran pêk tê, bi malbatên wan kesên di êrîşa DAIŞê ya li Pirsûsê de canê xwe ji dest dabûn raporek amade kir û pêşkeşî parlamenterên CHP û HDPê kir. Di raporê de kêmasî û şaşîtiyên birêvebirina dozê cih digirin.

Malbatan di pêşkeşkirina raporê de daxwaz kirin ku doz bi awayekî aşkere birêve biçe û berpirsiyar derkevin holê.

Kudred Aksu ya dayika Sûleyman Aksuyê ku di êrîşa Pirsûsê de canê xwe ji dest da, wiha axifî: “8 keçên min hebûn lê ev kur bi tenê bû. Min kurê xwe di feqîriyê de bi zorê da xwendin ku me xwedî bike. Tu çek ligel kurê min nebû. Dixwest biçe Kobanê bo alîkariya mirovî.”

Malbatan gilî û gazinên xwe derbarê proseya veşartî ya darazê de kirin ku tu agahiyên derbarê dozê di destê wan de nîn e û gotin digel hewqas êş û kulên wan rayedarên dewletê bi çavê sûcdaran li wan dinerin lê belê berpirsiyar û sûcdarên rastîn tên veşartin an ji bo ew derkevin holê tiştek nayê kirin.

Fethî Aydinê bavê Çagdaş Aydin jî got: “Em nizanin bê zarokên me çawa mirin. Çima dosyayên me tên girtin. Çima biryar tê dayîn ku doz veşartî berdewam bike. Eger berpirsên Pirsûsê derketibaya holê îro komkujiya Enqerê pêk nedihat. Eger berpirsên êrîşa Diyarbekirê derketibiya holê, komkujiya Pirsûsê çênedibû.”

Di 20ê Tirmehê de, 300 ciwanên sosyalist xwestin biçin Kobanê û ji zarokan re pêlîstok û pirtûkan bibin. Ciwanan beriya derbasî Kobanê bibin xwestin li Pirsûsê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Lê belê di dema xwendina daxuyaniyê de DAIŞê êrîşeke xwekujî kir. Di encam de, 33 ciwanan canê xwe ji dest dan. Di ser teqînê re nêzîka 5 meh derbas bûn lê belê hê berpirsiyar derneketine holê. Ev yek jî baweriya welatiyan a ji darazê ji holê radike.