Barzanî bo Şingaliyan: Jidestdana pêkvejiyanê destpêka nemanê ye

Serokê Herêma Kurdistanê got jî: “Bi dirêjahiya dîrokê tu dijminek wekî DAIŞê tawanên diltezîn û dijî mirovahiyê li beranber gelê Kurdistanê encam nedaye,”

K24- Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê di hevdîtinekê de ji kesayetiyên Şingalê re got: “Ji destdana pêkvejiyana gelê me destpêkeke ji bo neman û karesatê.”

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî bi mebesta ji nêzîk ve agahdarbûna ji rewşa xelkê Şingalê û daxwaziyên wan û naskirina bîr û ramanên wan yên di derbarê avadankirin û kûrtirkirina pêkvejiyan û paşaroja Şingalê, îro li gel hejmarek ji kesayetî û rihspî yê misilmanên devera Şingalê civiya.

Li gor Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, di vê civînê de Barzanî gotarek ji bo amadebûyan pêşkêş kir û têda behsa girîngiya siyasî, neteweyî, cografî û civakî ya Şingalê ji bo gelê Kurdistanê kir, ku bi dirêjahiya dîrokê mînaka pêkvejiyana neteweyî û olî û pêkhatên cûda cûda bûye.

Barzanî di gotara xwe de tekez kir ku “pêwîst˜e ew çanda pêkvejiyanê kûrtir û dewlemendtir bibe li devera Şingalê û hemû Kurdistanê, divê rê neyê dayîn ku bi tu awayekî ziyan li bexteweriya xelk û çanda pêkvejiyana Kurdistaniyan û xelkê Şingalê bidin” di vî warî de jî erkê mamostayên olî û aliyên siyasî û kesayetî û rihspiyan bi girîng û bi bandor wesif kir.

Herwiha Barzanî behsa dirindeyî û bêwîjdaniya terorîstên DAIŞê kir ku bi dirêjahiya dîrokê tu dijminek wekî DAIŞê tawanên diltezîn û dijî mirovahiyê li beranber gelê Kurdistanê encam nedaye, ew tawanên DAIŞê li dijî hemû xelkê Kurdistanê bûn û wiha jî berdewam kir “birîna xuşk û birayên me yên Êzdî birîna hemû takekî Kurde û tişta beramber xuşk û birayên me yên Êzdiyan hatiye kirin beramber hemû gelê Kurdistanê hatiye kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê behsa wê yekê jî kir ku “xuşk û birayên me yên Êzdî du caran û bi sedema Kurdbûn û bi sedema ola xwe jî zulm li wan hatiye kirin û tawan li dijî wan hatiye kirin.”

Herwiha ”Barzanî balkişand li ser wê yekê ku “DAIŞ ji aliyê leşkerî ve li ser destê Pêşmerge hatiye şikestin, lê belê nabê rê bidîn armancên DAIŞê li têkdana birayetî û pêkvejiyanê pêkbîne û dest bi wê çanda dewlemend a pêkvejiyanê bigrîn ku bi sedema wê pêgeh û nav û dengê gelê Kurdistanê di asta cîhanê de bilind û hêjaye û tekez li wê yekê kir ku ji destdana pêkvejiyana gelê me destpêkek dibê ji bo neman û karesatê.”

Barzanî di dirêjahiya axaftina xwe de behsa pêwîstiya avadankirina Şingalê û girîngîdana rewşa aborî û guzeraniya xelkê vê deverê kir û ji bo vê mebestê jî daxwaz kir ku xelkê Şingalê bi hemû pêkhateyên xwe ve li gel aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar ji bo wê yekê bikin ku Şingal bi baştirîn awayî avadan bikin û herwiha kar jî ji bo wê yekê bê kirin ku ji aliyê îdariyê ve navçeya Şingalê taybetmendiya xwe hebê û bibê parêzgeh.

Di beşekî dinê civînê de beşdarbûyan spasî Serokê Herêma Kurdistanê kirin ku, soza xwe bi cîh gihand û devera Şingalê ji destê terorîstên DAIŞê rizgarkir.

Herwiha beşdarbûyan behsa qurbanîdana hêzên Pêşmergeyan kirin ku qehremanane bi xwîna xwe Çiyayê Şingalê û bajarê Şingalê rizgar kirin.

Rihspiyên Şingalê sozê jî bi Serok Barzanî dan ku parêzerê birayetî û pêkvejiyanê bin li navçeya xwe û wê pêkvejiyanê dewlemendtir û kûrtir bikin.

Di bermbaer de Barzanî spasiya pabendbûna xelkê Şingalê kir bi bingehên birayetî û pêkvejiyanê û dûpatkir ku “em hemû bira û kesukarên hevdû ne û me tu cûdahiyek nîne û her kes li nêrîn û ramanên xwe de azade û dîndariya xwe bike bêyî wê yekê baweriya xwe li ser kesekî din da bisepênê.”

Herwiha Barzanî spasiya xelkê parêzgeha Dihok û hemû gelê Kurdistanê kir ku merdane û birayane li vê şerê da hatine dest û bi xwîn û bi qurbanîdan dijminan şikand û bi dilfirehî û hestekî nîştîmanî û neteweyî yarmetiya koçber û lêqewimiyan da.

Di dawiya axaftina xwe de Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku pêwîste xelkê Şingalê biryar li ser jiyan û paşaroja xwe bidin û hêviyê xwest ku Şingal ji bo hemû pêkhatan bibê mînaka avadanî û bexteweriya hemwelatiyan.