Asayîşa Rojava 21 alîgirên rejîma Sûriyê girtin

Asyîşê da zanîn, ku wan wek karvedanekê, li ser wan kiryaran, 10 endamên partiya Baas û alîgirên rejîma Sûriyê û 11 endamên Berevaniya Niştîmanî ku ew jî wek alîgirên rejîmê ne, girtine.

K24 - Navenda Nûçeyan

Sekreteriya Giştî ya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê girtina 10 endamên rejîma Sûriyê û 11 ji endamên Berevaniya Niştîmanî,  ragehand.

Derbarê vê mijarê de Sekreteriya Giştî ya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê, daxuyaniyek belav kir. Di daxwiyaniyê de wiha tê gotin: "Di dema dawiyê de bi armanca leşkeriya bizorê rejîma Sûriyê, dest bi girtina welatiyên Kurd, li firokxaneya Qamişlo û ya Şamê kiriye, herwiha zordariyê derheqê welatiyên Kurd de dike".

Asyîşê da zanîn, ku wan wek karvedanekê, li ser wan kiryaran, 10 endamên partiya Baas û alîgirên rejîma Sûriyê û 11 endamên Berevaniya Niştîmanî ku ew jî wek alîgirên rejîmê ne, girtine.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku pêwîste rejîma Sûriyê dest ji wan kiryarên xwe berde û rêzê li yasayên Rêvberiya Xweser bigire.

Wek tê zanîn rejîma Sûriyê di dema dawiyê de bi dehan welatiyên Kurd li parêzgeha Hesekê, firokexaneya Şam û Qamişloyê girtibûn.