Li Başîqayê 4 leşkerên Tirk birîndar bûn

Di êrîşeke DAIŞ'ê ya Başîqayê de 4 leşkerên Artêşa Tirkiyeyê birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di êrîşeke DAIŞ'ê ya Başîqayê de 4 leşkerên Artêşa Tirkiyeyê birîndar bûn.

DAIŞê li Başîqayê ya ser bi Mûsilê ve, êrîşek birin ser hêza Pêşmerge li Mîhwera Nawêran û Başîqayê. Sererkaniya Artêşa Tirkiyê derbarê êrişa DAIŞ'ê ya ser daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku 4 leşkerên Tirk birîndar bûne.

Hate ragehandin ku, DAIŞ'ê duh bi mûşekên katûşayê êrîş li hêzên pêşmerge yên devera Başîqayê kirine û hin roket jî li baregeha Başîqayê ketine ku şêwirmendên leşkerî yên tirk li wê derê bûn.

Sererkaniya Artêşa Tirkiyeyê ragehand jî ku, di encamê êrîşa şeva borî de 4 leşkerên Artêşa Tirk birîndar bûne, ew rakirine nexweşxaneya Şirnexê.