ENKSê daxwaza alîkarîkirina Efrînê dike

Xwecehî ya Efrînê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) radigehîne ku “dorpêçeke ne mirovatî li ser herêma Efînê kirin.” Herwiha şerê li derdora Efrînê tê kirin, ne şerekî Kurdî – Erebî ye.

K24 – Efrîn 

Xwecehî ya Efrînê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) radigehîne ku “dorpêçeke ne mirovatî li ser herêma Efînê kirin.” Herwiha şerê li derdora Efrînê tê kirin, ne şerekî Kurdî – Erebî ye.

Encûmena Xwecehî ya ENKSê li herîma Efrînê di daxuyaniyekê de ragihand ku, şerê li derdora Efrînê tê kirin ne şerekî Kurdî – Erebî û ne şerekî Kurdî – Îslamî ye “lê ew şerekî di navbera YPGê û îslamiyan de ye bo berjewendiyan û kontrolkirina cografiya ye.”

Di daxuyaniyê de hat jî “Ji encama dorpêçkirinê jî tiştek ji sotemenî û pêwîstiyên jiyanê li Efrîmê nemaye.”

Daxuyaniyê amaje kir ku, siyaset û kiryarên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bûye xewneke giran li hemû nişteciyên Efrînê, ku hemû çalakiyên “Civakî, çandî. Siyasî” tên qedexekirin û kesên bi wan çalakiyan radibin jî dikevin zîndanan.

Daxuyaniyê daxwaz ji Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û hemû dezgehên mirovî û xêrxwaziyê kir ku, alîkariyên xorak û tenduristiyê bo Efrînê bişînin û dorpêçkirina li ser Efrînê vekin.

Ji 14 Mijdarê de, hemû riyên Efrîn ( Darit Izê, Etmê û Ezazê) li pêş hatin û çûna sivîlan û bazirganiyê ji aliyê wan rêxistinên Islamî yên radîkal ve hatine birîn.